Azerbaycan û Ermenistanê şer kir: Kurd koçber bûn

Şerê Azerbaycan û Ermenistanê bandora herî mezin li Kurdên Kurdistana Sor kiriye.

23.09.2023, Cts - 16:34

Azerbaycan û Ermenistanê şer kir: Kurd koçber bûn
Nuçe Belav bike

Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ber bi dawî bûnê ve diçe, lê şerê ku bi dirêjahiya salan e berdewam e, bûye sedem ku xelkê gelek navçe û gundên Qerebax û Laçînê koçber bibin.

Laçîn weke navenda Kurdistana Sor e û navçeyeke Kurdnişîn e Kurdên Laçinê bi salan e neçar bûne ku li komelgehên derdora Bakuyê bijîn. Yek ji wan komeglehan jî Masazêr e.

“Çiqas Kurd û Azerî hebûn, Ermeniyan hemû koçber kirin”

Kurdê Azerbaycanê Tahir Silêman got, “Em Kurdên Ermenistanê ne.

Ji ber şerê di navbera Azerî û Ermeniyan ê Qerebaxê de çiqas Kurd û Azerî hebûn, Ermeniyan hemû koçber kirin.

Em hatin li vir bi cih û war bûn.”

Malbateke Kurd ku nêzîkî 30 sal beriya niha ji Laçînê koçber bûne xanima malê Leylayê her çende Kurd e lê wekî gelek Kurdên ji Laçînê derketine Kurdî ji bîr kiriye.

Daxwaza Leylayê ya sereke ew e ku demeke zû vegere Laçînê

“Ermeniyan her der xirab kirine”

Kurda Azerbaycanê Leyla Paşayevayê diyar kir ku piştî şerê vê dawiye çûye Laçînê û wiha pê de çû:

“Piştî şerê vê dawiyê ez çûme Laçinê welatê xwe.

Min şûna xaniyê xwe dît tiştekî nemabû, her der wêran bûbû.

Ermeniyan her der xirab kiribûn. Ez rûniştim û giriyam.

Gelekî hestiyar bûm. Gelekê dixwazim vegerim welatê xwe Laçînê.”

Fexredin jî dema behsa wan rojan dike dibêje ku ew nedikarin miriyên xwe veşêr in.

Niha ew dixwazin hikûmeta Azerbeycanê bibe alîkar ku ew vegerin Laçînê.

“Laçîn 8ê Gulana 1992yan hate dagirkirin”

Kurdê Azerbaycanê Fexreddîn Paşayev li ser dagirkirina Laçînê wiha axivî:

“Ez bixwe meha Gulana 1992yan de ji Laçînê derketim. Laçîn 8ê Gulana 1992yan hate dagirkirin.

Wî çaxê hemû bineliyên Laçînê şehîd bûn, hinek xerpend ketin.”

Li gorî amarên ne fermî tenê li komelgeha Masezêr zêdetirî 15 hezar Kurdên Laçînê û li derdora Bakuyê bi giştî zêdetirî 55 hezar Kurd dijîn.

Zabît Memedov ji bo Kurdên Laçînê komeleyeke bi navê Ronahî ava kiribû lê komele ji ber nebûna derfetan hatiye girtin.

“Piraniya Kurdên Laçînê zimanê xwe ji bîr kiriye”

Serokê Komeleya Ronahiyê Zabit Memedov diyar kir ku koçberiyê bandorê li ser Kurdî kiriye û wiha anî ziman:

“Piraniya Kurdên Laçînê zimanê xwe ji bîr kirine. Sedema wê jî ew e ku hatin li nav Azerbaycanê belav bûn. Tesîra koçberiyê li wan kiriye.”

Herî dawî artêşa Azerbaycanê çû nav bajarên Kurdan Şuşa, kelbajar, Xankendî û herêma Laçînê.

Li gorî agahiyan Hikûmeta Azerbaycanê ji bo vegerandina Kurdan û Azeriyan bo wan navçeyan amadekariyan dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 730 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:55:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x