Biden û Erdogan mijara firokeyên F16an gotûbêj kirin

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Lûtkeya Serokên G20ê de civiyan û çend mijarên di rojevê de gotûbêj kirin.

15.11.2022, Sal - 10:04

Biden û Erdogan mijara firokeyên F16an gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Sêşemê 15ê Cotmeha 2022yan li girava Baliyê ya Endonezyayê di çarçoveya Lûtkeya Serokên G20ê de hatin bav hev.

Civîna li Apurva Kempînskiyê ji medyaya re girtî hat kirin.

Li gor Ofîsa Ragihandina Serokomariya Tirkiyê biden di hevdîtinê de ji bo kesên ku di teqîna li Kolana Îstiklalê de canê xwe ji dest dane serxweşî li Erdogan kir.

Di heman hevdîtinê de Biden ji bo hevkariya Tirkiyê di çarerserkirina pirsgirêka korîdora genim a di navbera Rûsya û Ukraynayê de destxweşî Erdogan kir.

Mijareke din a civînê firokeyên F16an bû û Biden got: “Alîkariya me ya ji bo pêvajoya F16an ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bidome.”

Di hevdîtinê de Wezîrê Derv yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar amade bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:40:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x