Birayê Serokê Koreya Bakûr hate kuştin

Hikûmeta Koreya Başûr eşkere kir, ku ew kesê li firokexaneya Kuala Lumpur a Malezyayê hatiye kuştin, zirbirayê Serokê Koreya Bakûr Kim Jong-un e.

15.02.2017, Çar - 10:39

 Birayê Serokê Koreya Bakûr hate kuştin
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Koreya Başûr eşkere kir, ku ew kesê li firokexaneya Kuala Lumpur a Malezyayê hatiye kuştin, zirbirayê Serokê Koreya Bakûr Kim Jong-un e.

Roja 14ê Sibatê li firokexaneya Kuala Lumpur a Malezyayê kesekî bi jehr hetiye kuştin hate dîtin ku pasaportek sextet li ser bû. Berpirsên Malezyayê ragihandin, ku wan hê jî nasnameya wî yê rast eşkere nekirine.

Lê li gorî delîlên lêpirsînê ev kes Kim Jong-nam ê zirbirayê Serokê Koreya Bakûr e.

Berdevkê hikûmeta Koreya Başûr Jeong Joon-hee derbarê vê mijarê de di civîneke rojnamevanî de ragihand, ti guman nînin ku ev kes Kim Jong-nam e.

Berdevkê hikûmeta Koreya Başûr herwiha hişyarî da penaberên Koreya Bakûr da ku li her ku derê dibin parastina canê xwe bikin.

Piştî kuştina bavê wî birayê biçûk ê Kim Jong-nam, Kim Jong-un bibû serokê vî welatî. Ji ber vê yekê Kim Jong-nam di sala 2013ê de ji welatê xwe reviya bû. Heman sale zavayê wan Jang Song-thaek jî hatibû kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2091 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:22:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x