Cîgirên Wezîrên Derve yên Sûriyê, Tirkiyê, Rûsya û Îranê vê mehê li paytexta Kazaxistanê bajarê Nûr Sultan (Astana) yê Kazaxistanê dicivin.
Biryar e rojên 20 û 21ê vê mehê civînên cîgirên wezîrên ferve yên Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Îranê li Kazaxistanê birêve biçin.
Ji aliyê xwe ve Berpirsê Dosya Sûriyê li Wezareta Derve ya Tirkiyê Kurhan Karakuş ji medyaya nêzîkî Hizbulaha Libnanê re gotiye, danûstandina bi Şamê re ku Rûsya çavdêriyê dike, dê giring be ji bo çareseriyek ji krîza Sûriyê re were dîtin.
Roja 10ê meha borî, wezîrên derve yên Sûriyê, Tirkiyê, Rûsya û Îranê li Moskowê civiyabûn û li ser berdewambûna civînanan li hev kiribû