Hat ragihandin ku Qralê Urdunê Ebdullaha 2. li gel komek Kongresmanên Amerîkî pirsgirêkên Bexda-Hewlêr hevdîtin dikin.
Li gorî agahiyên Rojnameya Reî di nûçeya xwe de destnîşan kiriye; "Qralê Urdinê Ebdullah di serdana xwe ya Amerîkayê de li avahiya Kongreyê bi serokê encûmena nûneran û hin kongresmanan re hevdîtinek pêk anî û di civînê de behsa çawaniya aramiya herêm û çareseriya pirsgirêka Hewlêr û Bexdayê kiriye.
Li gorî rojnameyê, Qral Ebdullah ji xeyrî çareseriya pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê derbarê krîza Sûriyeyê û şerê li dijî terorê jî ligel rayedarên amerîkî axiviye.