Dilşad Şehab: Di civîna Nêçîrvan Barzanî û Serokê Azerbaycanê de behsa bihêzkirina pêwendiyan hat kirin

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî bo Azerbaycan û civîna ligel serokê wî welatî de ragihand, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Azerbaycanê di asteke baş de ne û di siberojê de di warê bazirganî û aboriyê de jî dê baştir bibe.

18.07.2023, Sal - 16:05

Dilşad Şehab: Di civîna Nêçîrvan Barzanî û Serokê Azerbaycanê de behsa bihêzkirina pêwendiyan hat kirin
Nuçe Belav bike

Dilşad Şehab li Bakuyê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Komek hevbeşî hene di navbera gelê Kurdistanê û gelê Azerbaycanê de, herwiha ew birayên me yên Kurd ku li vir in, beşeke zindî ya gelê Azerbaycanê ne, lê belê bêguman ev nêzîkbûna hev û hevbeşiya kultûrî û civakî hene, rê ji bo me xweş dikin.”

Şehab destnîşan kir: “Pêwendiyên me yên ligel Azerbaycanê asteke fermî ye, weke Herêmeke Federal di çarçoveya Iraqê de, Azerbaycan welatekî wisa ye ku ji bo jêrxaneke bihêz gav diavêje, Herêma Kurdistanê jî dikare sûdê ji ezmûna vî welatî werbigre.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir: “Yek ji wan mijarên ku di civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Azerbaycanê de hat behskirin, handana veberhênana Azerbaycanê ye, werin veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin, Serokê Azerbaycanê jî ev bi kêfxweşî wergirt, ez bawer im di siberojê de jî şanda bazirganî û veberhêneran danûstandinan dê bikin.”

Herwiha ragihand: “Yek ji wan derfetên hevdîtina Serokê Herêmê û Serokê Azerbaycanê, li Enqerê di dema merasîma sondxwarinê ya Serokomarê Tirkiyê de bû, herwiha berê jî di Korbenda Munichê de, Serokê Herêmê amade bû û hevdîtin ligel Serokê Azerbaycanê kirin, nûnertiya gelê Kurdistanê ew amadebûna bihêz e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:22:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x