Federasyona Kurdên Kazaxistanê: Divê em bihev re piştgirî bidin referandumê

Serokê Federasyona Kurdên Kazaxistanê û Serokê Şanda Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê, Dr. Kînyazê Îbrahîm Mîrzoyêf dibêje, erkê ser milê her Kurdekî ye ku bi hemû awayekî piştgiriyê bide referandûma Herêma Kurdistanê, ji ber ku serxwebûna Başûr ya hemû Kurdan e.

17.07.2017, Pts - 08:54

Federasyona Kurdên Kazaxistanê: Divê em bihev re piştgirî bidin referandumê
Nuçe Belav bike

Dr. Kînyazê Îbrahîm Mîrzoyêf ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Sovyeta Berê nêzîkî 300 hezar Kurd hene û em bi nûneratiya wan beriya niha jî serdana Başûrê Kurdistanê kiriye û em ligel Serok Barzanî civyane û me hemû daxwazên xwe gihandine wî. Me jê re gotiye ku em bi hemû awayekî piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê dikin ji ber ku serxwebûn xwena bav û kalê me bûye û niha jî hêviya heta bi zarokê me ye.”

Mîrzoyêf wiha got: “Em naxwazin ti kes bêje em li dijî sewleta Kurdistanê ne, ji ber ku referandum û serxwebûn mafekî rewa yê gelê Kurd e û yê ku li dijî wî mafê kurdan be hestê me birîndar dike.”

Dr. Kînyazê Îbrahîm Mîrzoyêf wiha domand: “Erkê ser milê her Kurdekî ye ku bi hemû awayekî piştgiriyê bide referanduma Herêma Kurdistanê, ji ber ku serxwebûna Başûr ya hemû Kurdan e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1999 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:09:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x