Fîlma şervanên jin ên Kurd li Azerbaycanê bû sedema nerazîbûnê

Li Bakuyê bû sedema nerazîbûneke mezin û hejmareke kes li ber sînemaya Bakûyê ya ku dê fîlm lê bihata nîşandan, kom bûn û fîlm protesto kirin.

01.12.2022, Per - 12:18

Fîlma şervanên jin ên Kurd li Azerbaycanê bû sedema nerazîbûnê
Nuçe Belav bike

Balyozxaneya Almanyayê ya li Azerbaycanê ragihand ku ew dê fîlma “Sisters Apart” ku behsa çîroka keçeke Kurd a leşker li xwişka xwe digere dike, pêşan bide. Ev yek li Bakuyê bû sedema nerazîbûneke mezin û hejmareke kes li ber sînemaya Bakûyê ya ku dê fîlm lê bihata nîşandan, kom bûn û fîlm protesto kirin.

Balyozxaneya Almanyayê ya li Azerbaycanê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê fîlma “Sisters Apart” (Xwîşkên ji hev cuda) a mijara wê li ser şervaneke Alman a li Herêma Kurdistanê rahênana hêzên Kurdî dike, pêşan bide.

Li ser vê yekê hejmarek kes li ber Landmark Plaza ku biryar bû li wê derê fîlm bihata nîşandan, kom bûn û çalakiyeke nerazîbûnê li dar xistin.

Xwepêşanderan bi hinceta ku leşkerên Tirk di fîlm de weke “dijminekî zalim û xwînmij” hatine nîşandan, dirûşmên “Bijî Azerbaycan, bijî Tirkiye” berz kirin.

Nîşandana fîlmê li Bakuyê hat hilweşandin

Ji aliyê din ve Balyozxaneya Almanyayê ya li Azerbaycanê di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî de ragihandin ku ew dê Sisters Apart li Bakûyê nîşan nedin.

Di daxuyaniyê de tê wiha hat gotin: “Mixabin, nêrînek xelet li ser fîlmê hebûye. Fîlm behsa çîroka du xwişkan vedibêje ku berê koçberî Almanyayê bûne û bi salan e ji hev cuda bûne. Nifûsa Almanyayê nêzîkî çaryeka wê ji koçberan pêk tê û ew bi paşeroj û nasnameya xwe ve mijûl dibin. Ji ber vê yekê ev fîlm ji bo civaka Alman xwedî girîngiyeke taybet e.”

Derhêneriya fîlma Sisters Apart Daphne Charizanî ye û fîln behsa çîroka leşkereke Kurd a di artêşa Alman de ku ji bo dîtina xwişka xwe berê xwe dide Başûrê kurdistanê û Iraqê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:30:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x