Kurdên Azerbaycanê: Serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo me gelek watedar e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Azerbaycanê kir. Bi boneya serdana Nêçîrvan Barzanî, li balafirgeha Baku, Alaya Kurdistanê hat bilindkirin.

19.07.2023, Çar - 05:23

Kurdên Azerbaycanê: Serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo me gelek watedar e
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Azerbaycanê kir. Bi boneya serdana Nêçîrvan Barzanî, li balafirgeha Baku, Alaya Kurdistanê hat bilindkirin. Barzanî, li gel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev civiya. Di civînê de, li ser bihêzkirina pêwendiyên her du aliyan gotûbêj hatin kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandekê re serdana Baku ya paytexta Azerbaycanê kir. Bi boneya serdana Nêçîrvan Barzanî li Balafirgeha Heyder Aliyev ya Navdewletî Alaya Kurdistanê hat bilindkirin. Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Azerbaycanê Ali Ehmedov ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev li Koşka Serokomariyê, Nêçîrvan Barzanî bi germî pêşwazî kir. Hat ragihandin ku di kombûna Nêçîrvan Barzanî, Îlham Alîyev û şandeyên her du aliyan de vekirina konsolxaneya Azerbaycanê li Hewlêrê, destpêkirina geştên asmanî di navbera Baku û Hewlerê de, pêşvebirina pêwendiyên abûrî, enerjî, bazirganî û geştûguzarî yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand: “Qenaleke nû ya dîplomasî û aramiyê ya dewletan li Herêma Kurdistanê bêguman hem Herêmê bihêz dike û hem jî derfetên zêdetir bo gihiştina bazara cîhanê, pêwendiyên bazirganî, bo hatine veberhênanan bo Herêma Kurdistanê peyda dike. Ev serdanên bi vî rengî, ji aliyê bazirganî, çandî û geştûgûzarî ve di berjewendiyên Herêma Kurdistanê de ne.”

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev, di hevdîtinên xwe yên li Almanya û Tirkiyeyê de Serokê Herêmê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dawetî Azerbaycanê kiribû.

Serjimêra Azerbaycanê nêzîkî 10 milyon e û ev welat ji aliyê gaz û petrolê ve dewlemend e. Azerbaycana ku dikeve Rojavayê Asya û Rojhilata Ewropayê dixwaze pêwendiyên xwe li welatên Rojhilata Navîn û Ewropa bihêztir bike. Ji ber vê yekê Azerbaycan girîngiyê bi pêşvebirina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê jî dide.

Ji aliyê din ve Serdana Nêçîrvan Barzanî li cem Kurdên Azerbaycanê jî kelecanek peyda kir. Kurdên Azerbaycanê gotin; ew jî dixwazin nûnertiya Herêma Kurdistanê li Azerbaycanê jî hebe.

Kurdê Azerbaycanê Emîn Xanlerov ji K24ê re diyar kir: “Em bi serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Azerbaycanê gelek keyfxweş bûne. Em Kurdên Azerbaycanê bi sedsalan e li vir dijîn. Em hêvîdar in ku li Azerbaycanê nûnertiya Herêma Kurdistanê bê vekirin.”

Berpirsê Radyoya Zimanê Kurdî ya li Azerbaycanê Fexredîn Paşayev ji K24ê re diyar kir: “Ev serdana ji bo me, ji bo hemû gelên Azerbaycanê, ji bo gelê Kurdistanê serdaneke dîrokî ye. Bi taybetî ev serdana ji bo civata Kurdên li Azerbaycanê dijîn gelek watedar e.”

Li gorî ragihandina şîrovekarên siyasî, Tirkiye, Azerbaycan, Herêma Kurdistan û Iraq ji bo hevsengiyeke bihêz dê li ser hevkariyê berdewam bin.

Di van salên dawiyê de Alaya Herêma Kurdistanê jî wekî alayên dewletan di qada navdewletî de li ba dibe. Hem Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hem jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi hewl û xebatên xwe yên navdewletî dixwazin di qada navdewletî de Herêma Kurdistanê zêdetir derxînin pêş.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 398 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:33:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x