Li Efxanistanê ji ber sir û sermayê 124 kes mirin

Berfê paytexta Efxanistanê bajarê Kabulê spî kiriye. Li hinek navçeyên Efxanistanê pileya hewayê gihiştiye 20 35 pile jêr sifrê. Lê Efxanî ji wê sir û serma û berfê ne zêde kêfxweş in.

25.01.2023, Çar - 11:20

Li Efxanistanê ji ber sir û sermayê 124 kes mirin
Nuçe Belav bike

Welatiyê Efxan, Ebdulbeşîr Xulamcam, ku tenê betaniyeke wan heye daku xwe û zarokên xwe pê germ bike, dibêje ji ber hejariyê neçar bûye keça xwe bifiroşe.

Ebdulbeşîr Xulamcam dibêje: “Min ev keça xwe sê caran firotiye. Min hemû pere jî li kirîna pêdiviyan xerc kirine, lê kesek hat û hevkariya min kir, ew pere dan min ku min keça xwe pê firotibû, piştre çûm min keça xwe kirî, şevan xew nediket çavên min.”

Li gor rêxistinên mirovî, ev pêla sermayê ligel nebûna elektrîk, krîza sotemenî û aboriyê jiyana bi milyonan Efxaniyan xistiye metirsiyê.

Mihemed Ekber, welatiyekî din ê Efxanistanê dibêje, “Rewş gelekî zehmet e û gelek pirsgirêk hene, amûrên germkirinê gelekî giran bûne û sotemenî jî nîne. Ligel wê jî elektrîk nîne. Lewra rewş gelekî xirab e.”

Li gor berpirsên hikûmeta Efxanistanê, di dema du hefteyên derbasbûyî de ji ber pêla sir û sermayê 124 kes qufilîne û canên xwe ji dest dane.

Berdevkê Wezareta Rêveberirina Karesatên Xwezayî ya Efxanistanê ragihandiye, ji ber sermaya zêde, nêzî 70 hezar ajel û pez û bizin jî mirar bûne.

Serpireştê Wezareta Rêveberirina Karesatên Xwezayî ya Efxanistanê, Mihemed Ebas Axundzade ji BBC re ragihandiye, ji ber barîna zêde ya berfê gelek rêyên hatin û çûnê li Efxanistanê hatine girtin û têkiliya bi gelek navçeyan re qut bûye.

Wî berpirsê Talibanê got: “Li gor texmînan, di 10 rojên bê de hewa dê germ bibe, lê derbarê zêdebûna mirina xelkê û mirarbûna ajelan nîgeranî hene.”

Ji bo alîkariya xelkê û gihandina alîkariyan, helîkopterên leşkerî hatin şandin, lê nekarîn li navçeyên çiyayî danin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:57:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x