Li herêmê nebûna projeyên dewletan, Kurd berê xwe didin serxwebûnê

Serokê berê yê Encûmena Nîştimanî ya Sûriyeyê Ebdulbasit Seyda di panelekê de diyar kir ku ji ber li dewletên Rojhilata Navîn projeyeke nîştimanî tune ye, Kurd ji neçarî berê xwe didin serxwebûnê.

27.11.2017, Pts - 07:33

Li herêmê nebûna projeyên dewletan, Kurd berê xwe didin serxwebûnê
Nuçe Belav bike

Li bajarê Doha, paytexta Qeterê di derbarê pirsa Kurd de panelek hat birêvebirin û serokê berê yê Encûmena Nîştimanî ya Sûriyeyê Ebdulbasit Seyda, ku beriya niha aliyê opozîsyona Sûriyeyê bû, di wê panelê de bal kişand ser daxwaza serxwebûnê ya Kurdan.

Seyda di axaftina xwe de got, "Bi baweriya min ji ber ku projeyeke nîştimanî ya dewletên li herêmê tune ye, Kurd ji neçarî berê xwe didin serxwebûnê. Tevahiya dewletên Rojhilata Navîn, bi taybetî dewletên wekî Sûriye, Iraq, Tirkiye, Misir û Libnanê pirnetewe, pirol û pirmezhebî ne û ji bo vê yekê divê projeyeke nîştimanî hebe, daku li gorî dilê her kesan be û taybetmendî û mafên wan biparêze."

Ebdulbasit Seyda anî ziman ku gava ev dewlet projeya neteweyî bi cih dikin, tenê reng û şêweyekî li ser wan civakan ferz dikin û got, "Dema ku Partiya Beas hat ser Sûriyeyê, bi darê zorê xwest her kesî bike Ereb. Em dibînin ku heta niha ev bîr û baweriya Beasê li Iraqê jî maye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1655 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:23:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x