Li Pakistanê ji ber lehiyê 1208 kesan canê xwe ji dest dan

Hejmara kesên ku li Pakistanê heta niha ji ber lehiyan canê xwe ji dest dane, gihîşte 1208 kesan.

02.09.2022, Cum - 09:57

Li Pakistanê ji ber lehiyê 1208 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên Ajansa Îdareya Karesatê ya Niştimanî ya Pakistanê (NDMA), heta niha li seranserê welat, ji ber bandora baran û lehiyê, 1208 kesan canê xwe ji dest dane û 6 hezar û 82 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku zirar gihîştiye 5 hezar û 63 kîlometre rê û 243 pir û 173 dikan jî hilweşiyane.

Ji ber lehiyê, milyonek û 172 hezar û 549 xaniyan zirar dîtine û ji vê hejmarê jî 436 hezar û 307 xanî, bi temamî rûxane.

Lehiyê bandor li ser jiyana 33 milyon û 46 hezar welatiyên Pakistanê kiriye û 733 hezar û 488 ajal jî mirar bûne.

Herwiha hejmara kesên ku li kampên demkî hatine niştecîkirin, gihîştiye 472 hezar û 313 kesan.

Li gor amarên herî dawî yên Neteweyên Yekbûyî, hejmara nişteciyên Pakistanê, 228 milyon e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 396 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:32:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x