Li Qerebaxê teqîn: Gelek mirî û birîndar hene

Li herêma Xankendî-Eskeranê ya Qerebaxê li cihê depokirina benzînê teqînekê rû da.

26.09.2023, Sal - 09:31

Li Qerebaxê teqîn: Gelek mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Di encama teqînê de gelek kes mirin û herî kêm 200 birîndar hene.

Li gorî Armenpressê ku ajansa fermî ya Ermenistanê ye teqîn şeva borî çêbû û sedema teqînê heta niha ne diyar e.

Hat ragihandin ku piştî teqînê agir bi derdora depoyê ketiye.

Di encama teqîn û şewatê de herî kêm 200 kes birîndar bûn û birînên gelekan ji wan dijwar in.

Tê gotin ku gelek mirî hene lê hejmara miriyan heta niha nehatiye zelalkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 406 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:31:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x