Li Taywanê erdhejên tirsnak: Hişyariya tsunamiyê hat dayîn

Li başûrê bajarê Hualienê yê Taywanê erdhejeke bi hêza 7,4an pileyan çêbû û di encamê de 4 kes mirin.

03.04.2024, Çar - 10:31

Li Taywanê erdhejên tirsnak: Hişyariya tsunamiyê hat dayîn
Nuçe Belav bike

Navenda Lêkolînê ya Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku li başûrê bajarê Hualienê yê peravê rojhilatê Taywanê erdhejekê rû daye.

USGSê ragihand ku kûrahiya erdhejê 34,8 kîlometre bûye.

Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber erdhejê 4 kesan canê xwe ji dest da û 90 kes jî birîndar bûn.

Rêveberiya Navendî ya Meteorolojiyê ya Taywanê (CWA) jî ragihand ku mezinahiya erdhejê 7,2 pile bû.

Li gorî Rêveberiya Navendî ya Meteorolojiyê ya Taywanê kûrahiya erdhejê 15 kîlometre bûye.

CWAyê diyar kir, ev erdheja herî bihêz e ku di 25 salên dawî de li Taywanê rû daye.

Wê saziyê herwiha ji bo herêmên bakurê giravê hişyariya pêleke avê ya mezin da.

Hişyariya tsunamiyê

Ji xeynî Girava Taywanê, li Çînê û welatên derdorê jî hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Çînê "hişyariya sor" da, ku asta herî bilind a pergala hişyariyê ya 4 qonaxan e.

Erdheja duyemîn a bi hêza 6,4 pileyan çêbû

Navenda Lêkolînê ya Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku piştî erdheja ewil di nav 20 deqîqeyan de erdheja duyemîn a bi hêza 6,4 pileyan, 11 kîlometreyan li bakurê rojhilatê bajarê Hualienê çêbû.

Navenda Lêkolînê ya Jeolojîk a Amerîkayê da zanîn ku kûrahiya wê 12,6 kîlometre bûye.

16 erdhejên din

Li gorî USGSê ji bilî erdheja 6,4an, 16 erdhejên din ên di navbera 4,7 û 5,7 pileyan de çêbûne.

Ajansa Agirvemirandinê ya Taywanê jî ragihand ku li bajarê Hualieniyê ji ber erdhejê 4 kes mirin.

Herwiha li bajarên Hualien, Yilan, Taipei, New Taipei, Keelung û Taoyuan herî kêm 90 kes birîndar bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 175 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:36:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x