Lûtkeya G20 dest pê dike

Îro Lûtkeya Grûpa 20 a aboriya herî bihêz a cîhanê li bajarê New Delhi yê Hindistanê dest pê dike.

09.09.2023, Cts - 07:54

Lûtkeya G20 dest pê dike
Nuçe Belav bike

Biryar e îro 18emîn Lûtkeya welatên Grûpa 20 bi amadebûna Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û çendîn serkerdeyên din, li bajarê New Delhi yê Hindistanê dest pê bike.

Lûtkeya G20 a li New Delhi dê du roj bidome û mijarên sereke yên lûtkeyê; mijara asayîşa xurekê, aboriya dîjîtalî, çandinî, şerê Ukraynayê û enerjî ye.

Bi heman şêweya lûtkeya borî, di lûtkeya vê carê de jî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beşdar nabe û li şûna wî, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov beşdar dibe, herwiha Serokê Çînê Xi Jinping jî beşdar nabe û li şûna wî, Serokwezîrê Çînê beşdar dibe.

Lûtkeya G20 ji bîst welatên xwedî aboriya herî bihêz ên cîhanê pêk tê û ji sala 1999an ve hatiye damezrandin. Lûtkeya herî dawî ya G20, par li girava Balî ya Endonezyayê hat lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 388 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:36:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x