Mîrê Qeterê bangewazî Hewlêr û Bexdayê kir!

Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî di axaftina xwe de bangî Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku pirgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

14.11.2017, Sal - 10:28

Mîrê Qeterê bangewazî Hewlêr û Bexdayê kir!
Nuçe Belav bike

Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî di axaftina xwe de ragihand ku em piştevaniya xaka Iraqê dikin û got: "Divê hikûmeta navendî ya Bexdayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin."

Di berdewamiya axaftina xwe de El Sanî di derbarê şerê navxweyî ya Iraqê de got: "Daxwaz û hêviyên me li seranserê Iraqê terorîzm bi dawî bibe."

Mîrê Qeterê di dirêjiya axaftina xwe de ji bo siyaseta welatê xwe got: "Em siyaseta xweragirtinê dimeşînin wekî rêzekî li hember buha û peywendiyên xwe yên li gel welatên Kendavê. Wan em dorpêç kirin lê hewldanên wan ên navdewletî bê encam bûn. Ji ber ku heta niha jî ji bo derketina ji vê rewşê planeke wan nîne. Lê niha pêwendiyên me ligel welatên mezin bihêztir in û em ji dorpêça ser Qeterê natirsin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1572 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:21:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x