Qatarê ji bo Kurdistanê daxwazek ji Iraqê xwest!

Wezîrê Derve yê Qatarê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir, pirsgirêk bi rêya guftugo werin çareserkirin.

08.11.2017, Çar - 11:39

Qatarê ji bo Kurdistanê  daxwazek ji Iraqê xwest!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku ajansa Rûdaw\'ê de cih digire tê gotin ku, Wezîrê Derve yê Qatarê Mihemed Bin Ebdurrehman al-Sanî, di civîneke çapemeniyê ya li gel hempîşeyê xwe yê Iraqî Îbrahîm Ceiferî de daxwaz kir pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Her wiha Îbrahîm Ceferî derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê di nava axa Iraqê de got, ku nabe hêza leşkerî ya dewletekî cîran li nav Iraqê hebin.

Ceferî di devama axaftina xwe de diyar kir, ku peywendiyên stratejîk di navbera cîranên Iraqê, bi taybetî jî li gel Îran û Tirkiyê heye û ew dixwazin pirsgirêk jî bi mekanîzmayên danûstandinê werin çareserkirin.

Wezîrê Derve yê Qatarê Mihemed Bin Ebdurrehman al-Sanî, jî daxwaz kir pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1652 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:14:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x