Serokomarê Ermenistanê spasiya malbatên Kurd kir

Ermeniyên li jêr desthilata xîlafeta Osmanî ji sala 1915 ta 1923 rûbirûyê cînosaydeke berfireh bûn û li gor çavkaniyên Ermenî di wê helmetê de ku artêşa Osmanî ji bo jinavbirina Ermeniyan kir, zêdetir ji 300 hezar Ermenî bûne qurbanî.

06.07.2020, Pts - 10:00

Serokomarê Ermenistanê spasiya malbatên Kurd kir
Nuçe Belav bike

Serokomarê Ermenistanê spasiya wan malbatên Kurd kir ku di dema komkujiya Ermeniyan de bi hawara wan de çûn û destê hevkariyê dirêjî wan kirin.

Armen Sarkissian, Serokomarê Ermenistanê di hevpeyvîneke li gel rojnameya Ehram a Misrî de, behsa cînosayda Ermeniyan kir û got, “Tevî derbasbûna zêdetir ji sed sal bi ser wê bûyerê de, lêbelê niha jî bandorên bûyeran berdewam in û rêgir in li ber geşesendina sirûşta Ermenistanê.”

Ermeniyên li jêr desthilata xîlafeta Osmanî ji sala 1915 ta 1923 rûbirûyê cînosaydeke berfireh bûn û li gor çavkaniyên Ermenî di wê helmetê de ku artêşa Osmanî ji bo jinavbirina Ermeniyan kir, zêdetir ji 300 hezar Ermenî bûne qurbanî.

Armen Sarkissian, behsa çendîn belgename, dokument û veguhastinên dîrokî yên kesayetiyan dike derbarê cînosayda Ermeniyan de û dûpat dike ku berî qirkirina dewleta Osmanî ya li hember wan, Ermenî nêzîk bûn ku dewleta xwe ya serbixwe rabigihînin û ji dewleta Osmanî cuda bibin û vê yekê ji yek ji sedeman dibîne ku dewleta Osmanî paqijkirineke etnîkî li hember wan kir.

Pirsgirêka Ermeniyan li dewleta Osmanî, bûyerên wê demê çê bûn û nasandina bûyeran weke cînosayd, niha li ser asta navdewletî cihê nîqaşê ye û hinek welat ew bûyer weke cînosayd nasandine û hinek jî nasandina bûyeran weke cînosayd red dikin.

Serokomarê Ermenistanê di heman hevpeyvînê de dibêje, “Hemû ew proseya li hember Ermeniyan çê bû, bû sedema kuştina milyon û nîv xelkê Ermenî û her ew bûye rêgir li wê niha Ermenî di warê hejmarê de kêmtir in ji hejmara pêwîst bû hebe.”

Li gor Sarkissian eger ew qirkirin neba, niha hejmara Ermeniyan 10 milyon dibû û dibe ku 2 car zêdetir jî.

Serokê Ermenistanê behsa rijdbûna welatê xwe dike li ser pêwîstiya nasandina kuştina Ermeniyan bi cînosayd û dibêje, ev tenê ji bo Ermeniyan girîng nîne ku îtîraf bi cînosaydê bê kirin, ev helwesteke mirovî ye û herwiha asteng dibe li ber dûbarebûna wan cure kiryaran.

Her çiqas niha beşek ji dîroknasên Ermenî û kesayetiyên wî welatî, îddîa dikin ku Kurd beşdarên çalak û hevkarê qirkirina Ermeniyan bûn li ser destê dewleta Osmanî, lêbelê Serokomarê Ermenistanê berevajî wan îddîayan, spasiya wan malbatên Kurd dike ku bi hawara Ermeniyan de çûn.

Armen Sarkissian ku sala 2018an postê serokomariya Ermenistanê wergirt, spasiya hemû wan dike ku îtîraf bi cînosayda Ermeniyan kirine wê jî dûpat dike, ku pêwîst e spasiya hemû wan dewletan bê kirin ku di rojên wan bûyeran de deriyên xwe bo hevkariya Ermeniyan de vekirin û herwiha spasiya wan malbatên Kurd, Ereb û Tirkan jî dike ku di dema bûyeran de jiyana xwe xistin metirsiyê û destê alîkariyê bo Ermeniyan dirêj kirin û gelek ji xelkê Ermenî ji komkujiyê rizgar kirin.

Heta niha zêdetir ji 40 hikûmet û parlamentoyan komkujiya Ermeniyan weke cînosayd nasandine û girîngtirîn nasandin jî ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve bû ku wê pêngavê pirsgirêkeke dîplomasî ya mezin di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de çê kiribû.

Beşek ji rêxistinên cîhanî jî komkujiya Ermeniyan weke cînosayd nas kirine û ji wan jî; Netewên Yekgirtî, Parlamentoya Ewropa, Encûmena Ewropa, Encûmena Kenîse ya Cîhanî û Rêxistina Mafên Mirov.

Li ser asta kesayetiyan jî, di sala 2007an de 35 kesayetiyên wergirên Xelata Nobelê, bi hev re yadaştek îmze kirin û komkujiya Ermeniyan weke cînosayd nas kirin.

Herwiha di Cotmeha 2019an de, Encûmena Nûneran a Amerîkayê ku ji 435 endaman pêk tê, bi 223 deng li beramber 191 dengên li dij, proje yasaya komkujiya Ermeniyan pesend kir. Piştre jî di Berfanbaa heman salê de, Encûmena Pîran a Amerîkayê, bi şêweyekî fermî îtîraf bi cînosayda Ermeniyan kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî îsal di 24ê Nîsanê de ku ji aliyê Ermeniyan ve wek salvegera bûyerên komkujiyê hatiye pesendkirin, di ragihandinekê de bi zimanê Ermenî gotina ‘Medis Yeghern’ bikar anî ku tê wateya ‘Karesata Mezin’.

Herwiha Trump, Komkujiya Ermeniyan weke yek ji mezintirîn komelkujiyên sedsala 20an binav kiribû û tekez kiribû, “Ji sala 1915an ve 1,5 milyon Ermenî hatin dersînorkirin, kuştin an jî koçberkirin.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî di daxuyaniyekeê de bersiva Trump dabû û îddîa kiribû, “ew daxuyanî bi liberçavgirtina têbîniyên siyasî yên navxwe hatiye belavkirin, ji aliyê me ti girîngiyeke wê nîne. Em hemû wan dengoyan red dikin ku di daxuyaniyê de hatine.”


Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 740 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:08:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x