Welatê Srîlanka li Hewlêr konsolxane vedike

Li gorî ragihandinan Welatê Srîlanka bi awayekî fermî li Hewlêrê konsulxaneya xwe vedike û ji îro ve dest bi karên xwe dike. Konsulê vî welatî jî kesekî Kurd e

28.11.2017, Sal - 09:17

Welatê Srîlanka li Hewlêr konsolxane vedike
Nuçe Belav bike

Li gor3i nûçeya ku ajansa Rûdaw'ê de cih digire tê destîşan kirin ku Biryare îro Sêşemê 28-11-2017, Konsulxanay Srîlankayê li Hewlêrê bi awayekî fermî were vekirin. Srîlankayê kesek weke fexrî serkonsul daniye û ew jî Kurd e.”

Li gorî agahiyên heman çavkaniyê, vekirina konsulxaneya Srîlankayê li Herêma Kurdistanê giring e. Herçend Srîlanka xwediyê aboriyeke bi hêz nîne lê di kerta çandinî û geştiyariyê de welatekî bi hêz e.

Çavkanî dide zanîn, ku Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vekirina konsulxaneyê amadekariyên pêwîst kirine û got: “Ehmed Celal dê weke konsulê fexrî yê Srîlankayê li Hewlêrê were danasîn û ji îro pêve dest bi karên xwe bike.”

Zêdetirî 4 hezar hemwelatiyên Srîlankayê li Herêma Kurdistanê kar dikin. Ev di demekê de ye, ku li Bexda û bajarên din ên Iraqê tenê hezar srîlankî kar dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1592 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:53:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x