Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên Almanyayê, 4 Kurd hatine hilbijartin û dê derbasî parlamentoyê bibin.
Dengdana hilbijartinên giştî yên pêşwext ên Almanyayê doh bi dema Almanyayê saet 18:00an bi dawî bû.
Li Almanyayê di hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Federal a Almanyayê de Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU) ji sedî 29ê dengan bi dest xistin û bû partiya yekem.
Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ku xwedî nêrîneke rastgir a tund e ji sedî 19,5ê dengan bi dest xistin û bû partiya duyem.
Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Serokwezîr Olaf Scholz ji sedî 16ê dengan bi dest xistin û bû sêyem.
Partiya Keskan jî ji sedî 13,5ê dengan bi dest xistin û li gorî hilbijartinên 2021ê dengên wê ji sedî 1,2 kêm bûne.
Partiya Çep ji sedî 8,5, Partiya Demokrat a Azad (FDP) ji sedî 4,9 û Hevpeymaniya Sara Wagenknecht jî ji sedî 4,7ê dengan bi dest xistin.
4 Kurd hatin hilbijartin
Li gorî encamên heta niha, ji Kurdan Ferat Koçak û Mîrza Edîs ên ji Partiya Çep, Qasim Tahîrê ji Yekîtiya Keskan û Serdar Yukselê ji Partiya Sosyal Demokrat hatine hilbijartin.
Serdar Yuksel bi rêya hesabê xwe yê Instagramê diyar kir ku ew bi sedî 33yê dengan hatiye hilbijartin û spasiya piştgirên xwe kir.
Divê were gotin ku bi tevahî 12 namzedên Kurd hebûn.