Almanya: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi çek çareser nabin

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ji êrişên Haşdî Şabî yên ser Kerkûk û navçeyên Kurdistanî got: \"Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi çek çareser nabin.\"

18.10.2017, Çar - 08:31

Almanya: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi çek çareser nabin
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Almanyayê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku Wezîrê Derve Sigmar Gabriel pêwendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye û helwesta Berlînê li ser aloziyên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê gihandiye wî.

Di berdevamiya daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanyayê de tê gotin: \"Wezîrê Derve ji Heyder Ebadî re gotiye ew nakokiyê navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê nîgeraniyeke mezin bo me çê kiriye û nabe ti kes wisa fêm bike ku pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê dê bi rêyên serbazî çareser bibin.\"

Gabriyel di domandina axaftina xwe de gotiye: \"Çareserkirina rewşa perîşan a çend rojên bihorî yên Iraqê bi rêya serbazî çareser nabe, aloztirkirina zêdetir a rewşê hemû aliyan lawaz dike, bi taybet jî Iraqê zêdetir ber bi bêîstîqrariyê ve dibe. Em daxwaz ji hemû aliyan dikin bo rawestandina tevgera serbazî û rêyekê nedin pêş xwe ku bibe sedema zêdetir alozkirina rewşê.\"

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1085 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:26:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x