Berdevkê NYyê: Em ji aloziyên li Sûriyeyê nîgeran in

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric got, “Em ji aloziyên berdewam ên di navbera milîsên nêzîkî Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de nîgeran in.”

27.09.2023, Çar - 05:56

Berdevkê NYyê: Em ji aloziyên li Sûriyeyê nîgeran in
Nuçe Belav bike

Dujarric di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane ya li New Yorkê de bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemir da

Dujarric diyar kir ku aloziya berdewam li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyeyê, herêm ber bi kaoseke din ve kişandiye.

Berdevkê NYyê wiha berdewam kir” Em li ser berdewamiya tundûtûjiyê ya li deverên Sûriyê yên ku jiyana sivîlan aloz dike bi tundî dilgiran in ku ev çend sal in rûbirûyê tundûtûjî û rewşeke mirovî ya dijwar bûne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:20:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x