Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê: Ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiya me heye

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric ji Kurdistan24ê re ragihand, ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiya wan heye û gelek bi başî jî agahdarê dîroka pir dijwar û zehmet a gelê Kurd in.

21.09.2023, Per - 06:13

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê: Ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiya me heye
Nuçe Belav bike

Stephane Dujarric bal kişand ser wê yekê ku Kurd bi ser çend welatan de hatine dabeşkirin û divê rêz li deng û mafên wan were girtin û got: “Em hemû gelek bi başî agahdarê dîroka pir dijwar û zehmet a gelê Kurdin, rewş niha bi vî awayî ye ku em hemû dizanin, gelê Kurd li çend welatan dabeş bûne, dengê pêkhateyên Kurd hatiye bihîstin û rêz lê hatiye girtin, rê ji wan re hatiye dayîn ku geş bibin.”

Dujarric diyar kir, li Iraqê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiya wan heye, li her cihekî bin, ligel hikûmetên xwecihî yên van navçeyan di pêwendiyê de ne di cîbicîkirina bernameyan de, bi taybetî di bernameyên mirovî de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 373 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:20:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x