Cîgirê Trump bi axaftina xwe ya li Munîhê Ewropa hêrs kir

Cîgirê Serokê Amerîkayê Donald Trump, JD Vance bi tundî êrişî siyasetên Ewropayê yên li hemberî koçberan, partiyên populîst û azadiya ragihandinê kir.

15 Sibat 2025 - 09:48
15 Sibat 2025 - 09:48
 0  206
Cîgirê Trump bi axaftina xwe ya li Munîhê Ewropa hêrs kir

Wekî nîşaneke vegera Donald Trump a Koşka Spî û guherîna siyaseta Amerîkayê JD Vance da zanîn ku niha “birêvebirekî nû li bajêr heye.”

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) doh dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.

Gotara JD Vance ya li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê wekî yek ji êrişên herî tund ên devkî yên Amerîkayê yên li ser Ewropayê tê hesibandin.

JD Vance tekezî li ser vê yekê kir ku divê Ewropa “xwe peyt bike” û ewlehiya xwe biparêze lê rexneya wî ya herî zêde ji Ewropiyan re li ser warê çand û ramanê bû.

JD Vance di axaftina xwe de her kes şok kir û got:

“Di bin serkirdayetiya Donald Trump de, niha birêvebirekî nû li bajêr heye.”

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius ew gotin şermezar kirin û wekî “nayên qebûlkirin” bi nav kirin.

JD Vance got, “Dibe ku em bi we re ne li hev bin lê em dê ji bo mafên we şer bikin.”

JD Vance bi tundî rexne li Komîserên Yekîtiya Ewropayê girtin û wî ew tawanbar kirin ku azadiya raderbirînê sînordar kirine.

Wî her wiha got, “Li seranserî Ewropayê, azadiya raderbirînê di paşvekişînê de ye.”

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mazûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.