Li Sirbistanê peywendî bi Kurdekî Rojavayê Kurdistanê re qut bûye û mirovên wî alîkariyê dixwazin.
Ciwanê ku li Sirbistanê peywendî bi wî re qut bûye navê wî Raman Ferhan Îbrahîm e û xwestiye xwe bigihîne Ewropayê.
Derbarê rewşa Raman Ferhan Îbrahîm de pismamî wî Şivan Îbrahîm ji ajansa Rûdawê re got: “Ew herî dawî bi bavê xwe re axiviye û ew bi jehrî ketibû û nedikarî bi başî bimeşe. Hevalên wî jê re bûne alîkar û heta bajarê Prokupljeyê çûne. Li wê derê kampa penaberan heye. Herwiha li derê xeteke eskerî heye û otomobîlek tê wî dibin.”
Bi gotina Şivan Îbrahîm pismamî wî yan di kampê de ye yan jî li nexweşxaneyekê ye.
Şivan Îbrahîm herwiha xwest ku her kesekî zanyarî li ser pismamî wî hebe peywendiyê bi wan re bik