Dozger derbarê êrişkarê li Parîsê de aghiyeke nû da

Serdozgeriya Parîsê ragihand ku êrîşkarê Fransî yê bi çekê êrişî Navenda Çanda Kurd a Ahmey Kaya li Parîsê kirî, “ji biyaniyan bi awayekî patolojîk nefret dike” û aniye ziman ku ji bo ku ew “biyaniyan bikuje” wî ev êrîş kiriye.

25.12.2022, Paz - 18:59

Dozger derbarê êrişkarê li Parîsê de aghiyeke nû da
Nuçe Belav bike

Serdozgeriya Parîsê têkildarî êrîşa li paytexta Fransa bajarê Parîsê ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku tê de 3 kesên Kurd canê xwe ji dest dabûn daxuyaniyek da.

Êrişkar tawanê xwe qebûl kir: "Pişmaniya min ew e ku min xwe nekuşt."

Biryara binçavkirinê ya êrîşkar duh hat rakirin û ew şandin klînîka psîkiyatriyê.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Parîsê êrîşkar li wir xwe wek kesekî depresîf û dixwaze xwe bikûje pênase kir û got di 2016yan de dema ji bo diziyê ketine mala wî ji wir pê ve ew ji koçberan û biyaniyan aciz e û dixwaze wan bikûje.

Serdozgerî diyar kir ku êrişkar gotiye roja êrîşê ew çûye herêma Saînt-Denîsê ya Parîsê ku gelek koçber li wir dijîn û xwestiye wan bikûje. Lê ji ber ku li wir hejmara wan kêm e û wî nekariye şarjora xwe zêde tije bike ji ber wê yekê dest jê berdaye û bimeşê çûye herêma 10emîn.

Erîşkar herwiha anî ziman ku wî zanibûye ku li wir Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya heye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku kesê êrişkar gotiye ew ji hemû koçberan aciz e û poşmaniya wî ya tekane ew e ku wî xwe nekuştiye.

Roja Înê 23yê Kanûna 2022yan li paytexta Fransayê, Parîsê kesekî bi navê William M. li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li taxa Saint Denis a Strasbourgê êrîşeke çekdarî pêk anî û di êrîşê de 3 Kurdan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Êrîşkar hatibû desteserkirin û hatibû daxuyandin ku ew welatiyê Fransayê ye û ji kompaniya rêhesinê ya Fransayê SNCFyê xanenişîn bûye.

Hat ragihandin ku êrîşkar di sala 2016 û 2021an de dîsa hewl daye hinekan bikuje, di 2021an jî bi şûr êrîşî navendeke koçberan kiriye û 2 kes birîndar kiriye. Lê piştî salekê ew vê mehê ji girtigehê derketiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 371 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:32:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x