ETA sibê dev ji çekên xwe berdide

Rexistina ETAyê ji bo xweserîya welatê Baskê ditekoşiya, daxuyaniyek belav kir û da zanîn sibê dev ji tekoşîna bi çekan berde.

07.04.2017, Cum - 13:32

ETA sibê dev ji çekên xwe berdide
Nuçe Belav bike

Rexistina ETA vê sibehê belavokêk şand BBCyê û di belevokê de got:"Em dê sibê dev ji çekan berdin. Lê belê em raiya gişti û civaka cihane hişyar dikin ku vê pevajoya aşîtiyê ji aliye dîjmenên ku aşîtiyê naxwazin vê, dê rastî êrîşan bê." Di belavoka ku di malpêra BBCyê de hatîbû weşandin de wiha hat gotin: Pêvajoya aşîtiyê hej xilas nebû ye. Xwebêçekkirin sibe dê bicih bê, lê em hişyar dikin dibe ku dijminên aştiyê vê pêvajoyê sabote bikin." Agahiya derheqê çekberdana ETAyê de beriya niha eyamekê ji aliyê rojnameya Fransî Le Monde jî hatibû belavkirin û di agahiyê de dihate gotin îhtîmaleke mezin heye ku ETAyê roja 8ê Nîsanê dev ji çekên xwe berde lê dê berpirsiyarî di destê Bizi de be. Li ser vê yekê Wezîrê Karên Hundir yê Spanyayê Juan Ignacio Zoido gotibû:"Dê emê beramberî çekberdana ETAyê tu tiştek nedin."

Rêxistina ku di sala 1959 de di dema dîktatoriya Francisco Franco de hatibû avakirin di sala 2011 de yek alî agirbest îlan kiribû. Lê dev ji çekên xwe bernedabû. Bi sedan endamên wê hatibûn desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1554 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:04:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x