Di hilbijartinên Şaredariyan ên Fînlandayê de 11 namzedên Kurd bi ser ketin.
Li Fînlandayê hilbijartinên meclisên şaredariyan doh hatin kirin.
37 namzedên Kurd di van hilbijartinan de namzed bûn û 11 ji wan hatin hilbijartin.
Li gorî encamên destpêkê, 9 ji wan wekî endamên meclisa şaredariyê û 2yên din jî wekî endamên meclisên herêmî hatine hilbijartin.
Li Fînlandayê 21 herêm hene ku karên çavdêriya beşa tenduristiyê û xizmetguzariyan dikin.
Her wiha nêzîkî 300 şaredarî hene ku hikumraniya navxweyî ne û berpirsên çalakiyên nava şaredariyê ne.
Li hêla din, li gorî encaman rêza her 5 partiyên ewil wiha ye:
SDP: Ji sedî 22,5
NCP: Ji Sedî, 20,4
Cen: 19,4
Çep: Ji sedî 9,1
Kesk: Ji sedî 9,1