Fransayê êrişa li Pêşmergeyan şermezar kir

Hikûmeta Fransayê êrişa li Hewlêrê ya ku li Pêşmergeyan hatibû kirin şermezar kir.

01.01.2024, Pts - 05:48

Fransayê êrişa li Pêşmergeyan şermezar kir
Nuçe Belav bike

Şeva borî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê saet 23:45an 2 dronên bombebarkirî êrişî navendeke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê ev êriş şermezar kir û da zanîn, “Divê êrişkar werin girtin û darizandin.”

Wezareta Karên Derve ya Fransayê di daxuyaniya xwe de got:

“Hikûmeta Fransayê vê êrişê bi awayekî herî tund şermezar dike û dixwaze her kes rêzê li serweriya Îraqê û aramiya Herêma Kurdistanê bigire.”

Fransayê ji bo bidawîbûna van êrişan bang kir û wiha pê de çû:

“Dibê ev tundiyên bi vî rengî rawestin, êrişkar werin girtin û darizandin. Fransa ragigihîne ku hevahengekî timam ê Îraqa Federal û Herêma Kurdistanê ye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh dabû zanîn ku di vê êrişê de ti ziyanên canî çênebûne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ev êriş şermezar kir û got, “Êrişên bi dronan ên li Herêma Kurdistanê dê tenê xisarê bidin aştî û aramiya Îraqê û dê rewşê aloztir bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî êrişa li hêzên Pêşmergeyan şermezar kir û got, “Pêwîst e Hikûmeta Îraqê li hemberî êrişê helwesteke rasteqîn nîşan bide.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 241 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:09:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x