Holendayê ji bo Demîrtaş biryareke girîng da

Heta ku Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala neyên berdan Holenda rêkeftina Yekitiya Gumrikê erê nake.

18.04.2024, Per - 14:10

Holendayê ji bo Demîrtaş biryareke girîng da
Nuçe Belav bike

Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên derbarê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala bi cih nayînê.

Parlamentoya Holendayê piştî vê yekê wekî berteknîşandayînekê pêşniyarnameya blokekirina peymana Yekitiya Gumrikê ya di navberaTirkiye û Yekitiya Ewropayê de erê kir.

Kati Piriya parlamentera Holendayê û raportora berê ya Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyeyê, pêşniyarnameyek pêşkêşî Parlamentoya Holendayê kir.

Parlamentoyê qebûl kir

Kati Piriyê pêşniyarnameyê de xwest ku Tirkiye biryara berdana Demîrtaş û Kavala bi cih bîne û got:

“Heta ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên berdana demildest a Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala bi cih neyîne bila peymana Yekitiya Gumrikê neyê nûjenkirin.”

Parlamentoya Holendayê pêşniyarnameya Kati Piriyê qebûl kir.

Li gor pêşniyarnameyê, heta ku Demîrtaş û Kavala neyên berdan Holenda dikare nûjenkirina peymana Yekitiya Gumrikê ya di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de asteng bike.

“Nûkirina peymanê ne pêkan e”

Kati Piriyê piştî erêkirina pêşniyarnameyê li ser hesabê xwe yê Xê nivîsand:

“Heta biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên berdana demildest a Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de neyên bicihkirin nûjenkirina peymana Yekitiya Gumrikê ya bi Tirkiyeyê re ne pêkan e.

Parlamentoya Holendayê pêşniyarnameya min berî Konseya Yekitiya Ewropayê qebûl kir.”

Vî nûçeyê tevayî: 136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:42:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x