Raporta ku rojnameyê weşandiye destnîşan dike ku Hêzên Hewayî yên Taybet ên Brîtanyayê operasyoneke serkeftî pêk aniye li wê xaka di destê DAIŞê de bû.
Li gorî raportê ew dever bendava Tebqayê û baregeha hewayî ya balafirgeha Tebqayê ye.
Herwiha rojnameyê diyar kir ku hêzên brîtanî bendav û baregeh ewle kirine û rayedarên leşkerî hêvî dikin ku ev herdû deverên stratejîk bibin bingeh ji bolêdana bajarê Reqqayê û wiha dewam kir: Ev operasyon bi plankirineke baş û bi zanîn pêk hat daku van herdû deverên stratejîk rizgar bikin."
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Hêzên Taybet ên Brîtanyayê bi paraşûtan bi şev daxistin daku xalên hêz û qelsiyê li wê deverê vekolin û bi saetan li wê deverê hûr bû berî ku tev li 500 endamên HSDê bibin.
Ji aliyê din ve, di nûçeyê de hat ragihandin helîkopterên amerîkî, balafirên bêmirov û topxaneyên giran jî piştgirî daye hêzên taybet ên brîtanyayê di wê operasyonê de.
Di nûçeyê de ev operasyon wek şoreşekê tê binavkirin ku gelekî nêzîkî bajarê Reqqayê ye ya 4000 milîtanên DAIŞê lê ne.
Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ti daxuyanî derbarê vê nûçeyê de nedaye.