Îran ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekgirtî hat derxistin

29 welatan deng li ser reşnivîsa derxistina Îranê ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekgirtî dan. Nûnerên Encûmena Aborî û Civakî bi piraniya dengan, Îran ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekgirtî derxist.

15.12.2022, Per - 05:33

Îran ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekgirtî hat derxistin
Nuçe Belav bike

Roja Çarşemê 14ê Berfanbara 2022yan, Encûmena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekgirtî bi piraniya dengan, Îran ji Komîsyona Mafên Jinan a Neteweyên Yekgirtî derxist.

Hat diyarkirin ku 29 welatan deng dane, 8 welat red kirine û 16 welatan jî deng nedane.

Li gor raporta Navenda Mafên Mirovan a HRANA, ji 16ê Îlonê heta 25ê Mijdara 2022yan, ji ber canjidestdana Jîna Emînî ku ji aliyê Polîsa Exlaqê ya Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre canê xwe ji dest dabû, xwepêşandan li 156 bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin encamdan û ji ber karvedanên tund û teqeyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve, 448 xwepêşander canê xwe ji dest dan, ku ji wan 63 kes zarok in.

Herwiha 18 hezar û 170 xwepêşander jî hatin desteserkirin û herwiha li gor zanyariyên HRANA, li 143 zanîngehan kombûn û xwepêşandan hatine kirin û 565 xwendekar jî hatine desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:14:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x