Roja Sêşemê 21.11.2017, Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Brîtanyayê, derbarê pirsa Kurd de panelek bi navê “Piştî bûyerên 16'ê Cotmehê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê” saz kir. Encamên komîsyonê pirsên xwe ji çend kesayetên Kurd kirin û guh dane bersiv û pêşniyarên wan.
Gotûbêjên panelê zêdetir dem da bûyerên 16'ê Cotmehê, ku hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê dest danîne ser Kerkûk û navçeyên nakok ên Kurdistanî.
Di panelê de lêkolînerê Zanîngeha Kings Kolej a Londonê Mihemed Îhsan bersiv da pirsekî Komîsyona Peywendiyên Derve û rexne li hikûmeta Londonê girt, ku Kurd piştguh xistine.
Mihemed Îhsan diyar kir, ku di destpêka salên 1990'î de Brîtanyayê ji bo dirustkirina herêmên li dijî firînê li Başûrê Kurdistanê roleke giring lîstine û got: “Bêdengiya hikûmeta Brîtanyayê û ofîsa Peywendiyên Derve ya li hember bûyerên piştî 16'ê Cotmehê, bi rastî jî ji bo me şok e. Em nizanin niha çi çêdibe. Hûn yekemîn grub bûn, ku we Kuridstan dirust kir û parast. Lê îro em dizanin hemû alî li pey berjewendiyên xwe ne. Niha kurd dixwazin roleke Brîtanyayê hebe da ku bikarin pirsgirêkên xwe bi riyên siyasî û bi rêbazên aştiyane çareser bikin, ne ku bi gef û dijminkarî û bi wê zimanê ku Bexda pê diaxive.”
Ji bilî Başûrê Kurdistanê, li ser pirsa Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê jî gotûbêj çêbûn. Hevdem, rojeveke din jî bandora bûyerên Başûrê Kurdistanê ya li ser parçeyên din bû.
Lêkolînera Zanîngeha Bristoll a Brîtanî Nezend Begîxanî di vê beşê de axivî û ragihand: “Bi taybetî piştî êrîşa artêşa Iraqê ya ser Kerkûk û navçeyên din û piştî, ku Kurdistana Iraqê ji aliyê Ebadî û hevbeşê wî Îranê ve weke dîl hate girtin, Kurdên Sûriyê dersek wergirtin. Ew jî niha gumanê dikin, ku piştî têkbirina DAIŞê heman awayî reftar li gel wan were kirin.”
Komîsyona Peywendiyên Derve ya Brîtanyayê dikare derbarê çawaniya piştgirîkirina doza Kurd û herwiha palpiştiya hikûmeta Kurdistanê de rapor û pêşniyarên xwe bide hikûmeta wî welatî. Herwiha dikare bandorê li ser siyaseta derve jî çêbike.