Konseya Ewropayê ji bo Demîrtaş û Kavala civiya

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, bicihnekirina biryarên “demildest berdana” Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala û rêkarên binpêkirinê dinirxîne.

13.03.2024, Çar - 11:54

Konseya Ewropayê ji bo Demîrtaş û Kavala civiya
Nuçe Belav bike

Biryara nû dê 15ê Adara 2024an bê ragihandin.

Civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya nirxandina bicihnekirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku sê mehan carekê tê kirin, di navbera 12-14ê Adarê de li Strasbourgê berdewam dike.

Dê di civînê de gelek dosye bên nirxandin û ji Tirkiyê jî du dosye hene.

Komîte dê lêkolînan li ser dosyeyên ji Ermenistan, Azerbeycan, Bulgaristan, Xirwatistan, Qibris, Komara Çekê, Fînlandiya, Fransa, Gurcistan, Yunanistan, Albanya, Îtalya, Lîtwanya, Malta, Moldova, Polonya, Romanya, Rûsya, Slovakya, Tirkiye û Ukraynayê bike.

Ji Tirkiyeyê jî dosyeya hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala heye ku ji ber Doza Geziyê girtî ye.

Her du jî tevî biryara Dadgeha Ewropayê ya “divê demildest bên berdan” jî nayên berdan.

Li gel dosyayên Demîrtaş û Kavala, dosyeya betalkirina parlamenteriya Can Atalay jî dê ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve bê nirxandin.

Daxwazên parêzeran

Parêzerên Demîrtaş Benan Molu, Ramazan Demîr û Mahsunî Karaman ji Komîteya Wezîran a Ewropayê ev tişt xwestine:

- Divê bê diyarkirin ku ji ber rewşa girtî ya birêz Demîrtaş xala 46emîn a Peymanê tê binpêkirin.

- Heta serlêdêr (Demîrtaş) tê berdan, di hemû civînên asayî û mafên mirovan de lêkolînê li ser vê mijarê bikin.

- Bangî Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, dewletên endam û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bikin ku derbarê binpêkirina dadî ya li dijî Demîrtaş bixin rojevê.

- Bangî hikûmetê bikin ku biryara Daîreya Mezin bê kêmasî bi cih bîne.

Daxwazên parêzerên Osmana Kavala Profesor Başak Çali û Profesor Philip Leach jî wiha ne:

- Di çarçoveya biryarên hejmar 2319 (2020) û 2518 (2023) ên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê de Prosedura Hevpar a Temamker bidin destpêkirin.

- Destnîşan bikin ku bi bicihnekirina biryara Dadgeha Ewropayê ya Mafên Mirovan xala 46emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tê binpêkirin.

- Ji berpirsên Tirk bixwazin ku ji bo berdana birêz Kavala demeke diyar nîşan bidin û di vê çarçoveyê de planekê amade bikin.

Biryarên ku di civîna vê hefteyê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de bên dayîn, dê 15ê Adarê li ser malpera Konseya Ewropayê bên weşandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:11:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x