Konsûlê Almanî ji hevpeyvîneke K24ê de bal kişand ser ku dê pêwendîyên Almanyayê yên bi herêma Kurdistanê re dê piştî têkbirina DAIŞê jî di heman astê de berdewam bikin.
Eickhorn li ser pirsa referandûma serxwebûnê jî wiha got: "Em ê ji biryara gelê Kurdistanê re rêzdar bin.'
Konsûlê Almanyayê bal kişand ser pêwendîyên baş ên Almanyayê yên bi Herêma Kurdistanê re û wiha domand: "Pêwîst e gel bixwe dahatuya xwe diyar bike. Çarenivîsa xwe bi xwe diyar bike. Helbet divê bi rêyên aştîyane be. Bi vî awayê dê rê li ber şerên ku piştî DAIŞê derkevin bê girtin."