Leşkerên Almanyayê saleke din jî li Herêma Kurdistanê dimînin

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, 13ê Îlonê ji parlamentoyê xwest ku pewyira leşkerên wan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê saleke din were dirêjkirin.

29.09.2023, Cum - 06:24

Leşkerên Almanyayê saleke din jî li Herêma Kurdistanê dimînin
Nuçe Belav bike

Olaf Scholz, ev xwesteke xwe bi rêya nivîsekê gihand Parlamentoya Almanyayê. Ev nivîs ji 8 rûpel û 9 xalan pêk tê.

Almanya ji sala 2015an ve perwerdeyê dide hêzên Îraqê û navenda wan a leşkerî ya sereke li Hewlêrê ye.

Hêzên Almanyayê perwerdeyê didin Pêşmergeyan jî herwiha çek û teqemeniyan jî didin wan.

Nêçîrvan Barzanî û Sudanî xwestiye ku leşkerên Almanyayê bimînin

Olaf Scholz, di xala duyem a nivîsa xwe de gotiye:

“Dema ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatibû Berlînê ji Olaf Scholz xwestiye ku leşkerên wan saleke din peywira xwe bidomînin û di şerê bi DAIŞê re piştgiriya Almanyayê pêwîst e.”

Olaf Scholz herwiha amaje pê dike ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî jî xwestiye leşkerên Almanyayê li Îraqê bimînin.

“Piştigiriyê bidinê”

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius, bangî fraksiyonên cuda kir ku piştigiriyê bidin pêşniyara Olaf Scholz.

Boris Pistorius li ser mijarê wiha axivî:

“Şaneyên nepenî yên DAIŞê çalak in. Dixwazin li Îraq, Sûriye û cihên din êrişên teroristî bikin. Ji ber vê em dixwazin hêzên me peywira xwe bidomînî.”

Boris Pistorius da zanîn ku dê peywira wan wekî berê bidome, hejmara leşkerên wan bi ser 500î nakeve û dê li cihê xwe bimînin.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê 274 leşkerên Almanyayê hene

Parlamentera Fraksiyona Xiristiyanên Demokrat Annette Widmann Mauzê da zanîn ku niha li Îraq û Herêma Kurdistanê 274 leşkerên Almanyayê hene.

Annette Widmann Mauzê amaje pê kir, ji bo li ser DAIŞê guvaşek hebe divê leşkerên wan bimînin û spasiya leşkerên Almanyayê kir ku li Îraq û Herêma Kurdistanê peywira xwe didomînin.

“Êrişên DAIŞê birînên kûr vedane”

Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Almanyayê Tobias Lindner, di axaftina xwe ya li parlamentoyê de de bi bîr anî ku îsal çûye Îraqê û got:

“Min welatek dît ku rewşa wî gav bi gav normal dibe. Li wê derê min fêhm kir ku rewşa ewlehiyê ya wî welatî hîn jî normal nebûye. Ew welat ji bo ewlehî û aramiya xwe şer dike.

Wekî encamên êrişa DAIŞê li wî welatî destdirêjî, kolekirin û kuştina xelkê hene. Êrişên DAIŞê birînên kûr vedane, bi taybetî jî di nav Êzidiyan de.”

Fraksiyona herî mezin a mixalefetê piştgiriyê dide

Parlamentoya Federal a Almanyayê ji 6 fraksiyon û 736 kursiyan pêk tê. 206 kursiyên sê fraksiyonên Demokratên Sosyal, 118 kursiyên Partiya Keskan, 92 kursiyên Lîberalan hene û van bi hev re hikûmet ava kiriye.

Fraksiyona Xiristiyanên Demokrat a ku xwediya 197 kursiyan e fraksiyona herî mezin e. 78 kursiyên Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê û 39 kursiyên Partiya Çep hene. Ev her sê partî jî mixalefetê pê tînin.

Li aliyê din, li Parlamentoya Federal a Almanyayê 6 parlamenterên serbixwe hene.

“Min hewl daye ku ji herêma Kurdan re piştgirî hebe”

Alikarê Serokê Lijneya Parastinê ku di nava fraksiyona herî mezin de cih digire ji Rûdawê re got:

“Xiristiyanên Demokrat tim hewl daye ku li Îraqê aramî û ji herêma Kurdan re piştgirî hebe.

Min bixwe ji sala 2015an ve gelekî hewl da ku Pêşmerge werin biçekkirin û çekên dijîtank ji wan re bên dabînkirin.”

2 partî li dijî vê daxwazê derdikevin

Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê û Partiya Çep li dijî vê daxwaza Olaf Scholz derdikevin.

Joachim Vundrakê ji Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê, Partiya Kesk rexne kir û got:

“Siyaseteke nezelal dimeşîne. Dema ku li derveyî hikûmetê bûn li dijî van karên artêşê bûn lê niha wan wekî hêzên rikgarker û hêzên aştîparêz qebûl dikin.”

Parlamentera Partiya Çep Catherine Voglerê da zanîn ku li dijî vê daxwazê ne û got:

“Em tim li dijî vê yekê derketine ku artêş li derveyî Almanyayê were peywirdarkirin. Em vê carê jî li dijî derdikevin.”

Dê daxwaza hikûmetê were qebûlkirin

Daxwaza ku Olaf Scholz li ser navê hikûmetê kiriye dê piştî guftûgoyên li parlamentoyê here ber destên Lijneya Karûbarên Derve ya Parlamentoyê.

Piştî danûstandin û nirxandinên pêwîst û dengdanê dê were qebûlkirin û dê hêzên Almanyayê heta 31ê Çiriya Pêşîn a 2024an li Îraq û Herêma Kurdistanê bimînin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 858 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:09:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x