Li bajarê Kopenhaginê pîrozkirina yekemîn salvegera damezrandina PWKyê

Roja 15.09.2024ê, li bajarê Kopenhagin a paytextê Danîmarkayê, bi minasebeta yekemîn salvegera damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi amadekarîya Rêxistina Danîmarkayê ya PWKyê, bi brîfîng û resepsîyonekê yeksalîya PWKyê hate pîroz kirin.

16.09.2024, Pts - 10:17

Li bajarê Kopenhaginê pîrozkirina yekemîn salvegera damezrandina PWKyê
Nuçe Belav bike

Roja 15.09.2024ê, li bajarê Kopenhagin a paytextê Danîmarkayê, bi minasebeta yekemîn salvegera damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi amadekarîya Rêxistina Danîmarkayê ya PWKyê, bi brîfîng û resepsîyonekê yeksalîya PWKyê hate pîroz kirin.

Di destpêka pîrozbahîyê de, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar bixêrhatina beşdaran kir û paşê  di derbarê bername, armanc û sîyaseta PWKyê de, brîfîngek da.

Piştê brîfîngê Mîrza Akar bersiva pirsên beşdaran da.

Nûnerên Hizba Demokrat a Kurdistanê-Îran (HDK-Î), Partîya Pêşverû ya Demokrat a Kurd- Sûrîye (PPDKS), PSK û HAK-PARê beşdarî pîrozbahîya yeksalîya PWKyê bûn û  peyamên xwe yên bi xwe pêşkêş kirin.

Herweha rêvebir, endam û alîgirên PWKyê yên li Kopenhaginê û hinek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd beşdarî pîrozbahîya yeksalîya PWKyê bûn.

Brîfîng bi awayekî berfireh û kêfxweşî derbas bû. Piştê brîfîngê resepsîyoneke bi xwarin, vexwarin, sohbet û wênekêşîyan heta dawîya saeta xwe domand.

Pîrozbahîya yeksalîya PWKê bi kêfxweşî, dilxweşî û memnunîya beşdaran bi van şîarên li jêr bi dawî hat.

Bijî xebat û têkoşîna me ya ji bo mafê çarenivîsa miletê kurd û Kurdistanê!

Yeksalîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Pîroz be!

Bijî Partîya Welatparêzên Kurdistanê!

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Vî nûçeyê tevayî: 362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:35:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x