Li bajarê Lozanê yê Swîsrayê xwepêşandeke berfireh bi boneya derbasbûna 100 salan bi ser Peymana Lozanê re tê sazkirin û Kurdistaniyên ji bajarên cuda tê de beşdar in.
Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di 100 sala Peymana Lozanê de ku 24ê Tîrmeha 1923an hatibû îmzekirin û nehiştibû Kurd bibin xwedî statu, nêzîkî 15 hezar Kurd li dijî peymanê xwepêşandanê dikin û biryar e heta sibe berdewam be.
Ji serê sibê ve ji gelek welatên Ewropayê Kurdistaniyên ji bajarên cuda berê xwe dan bajarê Lozanê. Meşa xwepêşanderan ji pêşiya avahiya Chateau d'Ouchyê ku hevdîtinên Lozanê lê hatin kirin dest pê kir û ber bi Qesra Rumine ya ku peyman lê hatibû îmzekirin, berdewam kir.
Peymana Lozanê
Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923an li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ji aliyê welatên weke Brîtanya, Fransa, Tirkiye, Yûnanistan, Japan, Romanya, Kirwatya, Slovenya û Sirbistanê ve hatiye îmzekirin.
Peymana Lozanê ku yek ji peymanên dîrokî ye, ji ber berjewendiyên çend dewlet û hêzên cîhanê li gorî wê peymanê erdnigariya Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de hat perçekirin.
Ji ber ku Peymana Lozanê hat îmzekirin û kete meriyetê, Peymana Sêvrê ku avabûna dewleta Kurdistanê dihate pêşbînîkirin, derbasdariya xwe ji dest da.
“Behsa avakirina Kurdistanê û sînorên wê hat kirin”
Damezrandina Kurdistanê û sînorên wê di xalên 62, 63 û 64an de, ku di beşa sêyem a peymana Sevrê ya ku di sala 1920an de hat îmzekirin, bi zelalî bi navê Kurdistanê hatibû behskirin.