Li Perlemana Ewropayê lidûçûn ji bo pirsa qanûna budce û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê tê kirin

Piştî bizavên Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, çend endamên Perlemana Ewropayê ji bo piştgirîkirina Herêma Kurdistanê pirsyara perlemanê arasteyî berpirsên siyaseta derve û ewlehiya Yekîtiya Ewropayê dikin.

11.12.2023, Pts - 19:36

Li Perlemana Ewropayê lidûçûn ji bo pirsa qanûna budce û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê tê kirin
Nuçe Belav bike

Îro (Duşem, 11ê Berçileya 2023ê) sê endamên Perlemana Ewropayê bi navên Andreas Schneider, Nicholas Williamson û Francois Alphonse bi nivîsareka fermî û wekî piştgiriyek ji bo Herêma Kurdistanê pirsyara perlemanê arasteyî berpirsên siyaseta derve û ewlehiya Yekîtiya Ewropayê dikin, herwesa lidûçûnê ji bo pirsa qanûna budce û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê dikin.

Ew endamên Perlemana Ewropayê du pirsyaran li ser siyasîkirina biryarên Dadgeha Federalî ya Îraqê û sedemên li pişt biryarên wê dadgehê dikin.

Di pareke din a nivîsara wan de hatiye, tevî ku bendên lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê li destpêka îsal ji qanûna budceya (2023-2025) hatine binecihkirin û ji aliyê Civata Nûneran û Civata Wezîrên Îraqê ve hatine pejiransdin jî, lê heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê pişka xwe ji budceya Îraqê wernegirtiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 548 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:48:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x