Macron: Em li ser alîkariya Pêşmergeyan berdewam dibin

Serokê Fransayê radigehîne, “Em dê li ser alîkariya Pêşmergeyan berdewam bin û me hevparî jî heye”.

19.04.2024, Cum - 09:13

Macron: Em li ser alîkariya Pêşmergeyan berdewam dibin
Nuçe Belav bike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro (Pêşncşem, 18ê Nîsana 2024ê) di bersiva pirsyareke peyamnêrê K24ê de ragehand, “Em dê li ser alîkariya Pêşmergeyan berdewam bin û me hevparî jî heye”.

Serokê Fransayê di derheqa Hewlêrê de got, “Em gelek giringiyê bi ewlehiya hêzên xwe û hevpeymanan li tevaya deverê didin, lewma em gelek pabend in û me sîstema xwe li wê derê binecih kiriye”.

Emmanuel Macron amaje jî da, “Me li Hewlêrê sîstema Patriotê nîne lê me xwe guncandiye, me sîstema xwe bi serbaz û hêzên taybet re li wê derê binecih kiriye, ji bo ku em şiyanên xwe tevî dostên xwe biparêzin”.

Vî nûçeyê tevayî: 109 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:56:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x