Macron: Em piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, Fransa li ser alîkariya leşkerî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe.

02.02.2024, Cum - 06:29

Macron: Em piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin
Nuçe Belav bike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro 1ê Sibata 2024an di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê de ragihand: “Min wê demê êrîş bi tundî şermezar kir û bang li Îranê kir ku wan êrîşan rawestîne.”

Macron derbarê hevdîtina li Davosê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re ragihand, “Me hevdîtineke girîng pêk anîbû” Tekez kir jî, Fransa piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û dê her dem li Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya Hêzên Pêşmerge bimîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 17.01.2024an li Davosê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiyabû.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tewereke sereke ya civîna wan, girêdayî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê bû ku li ser Herêma Kurdistanê gefeka rastîn e û binpêkirineka eşkere ya serweriya Îraqê û Herêma Kurdistanê ye. Her du alî jî li ser giringiya parastina ewlehî û seqamgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.

Ji aliyê xwe ve Emanuel Macron bi hevxemiya xwe ya kûr ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir û bi piştgiriya temam a welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 890 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:32:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x