Nêçîrvan Barzanî: Min Serok Macron vexwend Kurdistanê û wî jî qebûl kir

Serokê Herêma Kurdistanê piştî civîna bi Serokê Fransayê re diyar kir ku wî “Serok Macron vexwend Herêma Kurdistanê û wî jî ew daxwaz qebûl kir.”

04.11.2023, Cts - 08:34

Nêçîrvan Barzanî: Min Serok Macron vexwend Kurdistanê û wî jî qebûl kir
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku li Koşka Elyseeyê ya Parîsê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiya bersiva pirsên rojnamegeran da.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew li ser pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, rewşa herêmê û çend mijarên din axivîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got:

“Serok Macron pabend e ku biçe Îraqê û min jî ew vexwend ku di çarçoveya serdana xwe de were Herêma Kurdistanê û wî jî bi kêfxweşî ew vexwendin qebûl kir.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman:

“Em pabend in ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin û ti rêkeftin bi YNKê re ji bo paşxistinê nehatiye kirin.

Divê hemû alî pabend bin ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.”

“Ez dê bi YNKyê re bicivim”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew dê vê hefteyê bi Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê di bersiva pirseke li ser hinartina petrolê de ragihand ku Tirkiyeyê amadebûna xwe nîşan daye û pirsgirêk li Bexdayê ye.

Barzanî herwiha diyar kir ku pirsgirêk ne bi Fransayê re ye û Macron dikare ji bo ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê hevkariyê bike.

Barzanî li ser pirsa mûçeyên karmendan Herêma Kurdistanê jî destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi cih anîne û divê Bexda mûçeyan di dema xwe de bişîne û ti sedemeke paşxistina mûçeyan jî nîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:58:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x