Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê hevdîtinek kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem li Munîhê civiyan.

17.02.2024, Cts - 12:29

Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê hevdîtinek kir
Nuçe Belav bike

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî doh bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê, îro jî hevdîtinên xwe didomîne.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di vê hevdîtinê de “pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê û rûdanên dawiyê yên li herêmê” hatine nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî û Şah Ebdula hevra bûn ku dê zêdebûna alozî û girjiyên li Rojhilata Navîn aştî û aramiya herême bixe metirsiyê.

Li aliyê din, her du aliyan destnîşan kir ku divê ji bo kêmkirina aloziyan hewl bê dayîn.

Barzanî û Şah Ebdula diyar kir ku ew dixwazin hevkariyên di navbera welatên wan de zêde bibin û derfetên ji bo hevkariyên nû bên avakirin.

Barzanî amaje bi pêwendiyên baş û domdar ên Qraliya Urdinê û malbata Haşimiyan ên bi Herêma Kurdistanê re kir û pesnê vê helwesta wan da.

Li hêla din, hinek mijarên wekî “rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û gefa terorê” di ajandaya Barzanî û Şah Ebdula de bûn.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Hevdîtinên Roja Duyem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, bi îro Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re civiya.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:19:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x