Nêçîrvan Barzanî: Divê mafên gelê Kurd werin parastin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî civiya.
![Nêçîrvan Barzanî: Divê mafên gelê Kurd werin parastin](http://www.weneland.com/images/2025/02/15/image_750x422_67b08acf6cfea.jpg)
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) doh dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re rûnişt.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand:
“Di civînê de rewşa siyasî û ewlehiya Sûriye û Îraqê û xurtkirina aramiya herêmê hatin nirxandin.
Her wiha rewşa pêkhateyên Sûriyeyê û girîngiya parastina mafên wan û beşdariya wan a di paşeroja welêt de hatin gotûbêjkirin.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan li Sûriyeyê û girîngiya avakirina aştî û aramiyê kir.
Her wiha amaje bi pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyalog, têgihîştinê û xebatê ji bo paşerojeke aram a hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir.”
Li aliyê din, Eshed Şeybanî pêbendiya Sûriyeyê ya ji bo pêkanîna aramî û rewşeke guncaw a diyaloga niştimanî dubare kir.
Her wiha tekezî li ser daxwaza Sûriyeyê ya ji bo xurtkirina pêwendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û xurtkirina hevkariya ji bo rûbirûbûna astengiyan kir.