Li gorî nûçeya Rûdawê li Parlementoya Yekîtiya Ewropayê li ser mijara rewşa Mûsilê ya piştî DAIŞê civînek hate lidarxistin û nûnerên Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bûn. Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY Adem Ding li ser mijara pêşîgirtina komkujiyan axivî. Ding di axaftina xwe de got: "Êzidî karesateke kûr û bi jan dîtin. Ez hêvî dikim ji vê civînê encameke baş were bidestxistin û biryar were dayîn ku êzidî rastî komkujiyê hatine."
Adem Ding li ser pirsa ‘gelo we ji bo ku komkujî were nasîn çi kir bersiv da û got: "Ev pirseke gelek giring e. Ez çûm serdana Hewlêr û Bexdayê. Gava vegeriyam, bêhtir li ser mijarê sekinîm. Ji bo piştgiriyeke zêde, xebitîm. Divê pispor herin herêmê. Li ser vê mijarê gelek belge û dokumênt hatin berhevkirin. Lê pêwîstiya bi hin belgeyên din jî hene."
Ding li ser pirsa "gelo ji bo referanduma Herêma Kurdistanê NY dê bibe çavdêr an na got: "Ez nizanim gelo NY dixwaze bibe çavdêr an na. Hêvîdar im her tişt bi rêya aştiyê pêk bê. Ez çûm serdana Herêma Kurdistanê. Haya min ji geşedanan heye. Li gor min referandum biryara gelê Kurdistanê ye û herî dawî ew dê bibin beşek ji pêvajoyê. Di vê pêvajoyê de divê bi taybetî ji komên xort û jinan re giringî were dayîn. Ev nêrîn, nêrîna Sekreterê Giştî yê NY jî ye."