NY: Zêdetirî 9 hezar sivîl di şerê Rûsya-Ukraynayê de hatine kuştin

Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de ragihand, ji destpêka şerê navbera Rûsya û Ukraynayê ve zêdetirî 9 hezar kesên sivîlhatine kuştin ku ji wan 500 kes zarok in.

08.07.2023, Cts - 10:40

NY: Zêdetirî 9 hezar sivîl di şerê Rûsya-Ukraynayê de hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyê de ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Mafên Mirovan a li Ukraynayê bi boneya derbasbûna 500 roj di ser destpêkirina şerê Rûsya û Ukraynayê belav kir, eşkere dike ku heta niha ti asoyek ji bo bidawîbûna şerê Rûsya û Ukraynayê xuya nake û hejmara qurbaniyan jî roj bi roj zêde dibe.

Li gor daxuyaniyê, rêjeya kuştina kesên sivîl di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de îsal li gor par kêmtir bûye, lê belê dîtina terman di nav kavilên xaniyên rûxayî de li rojhilat û başûrê Ukraynayê, berdewam e.

Roja Duşemê 3ê Tîrmeha 2023an, Serokê Lijneya Pêwendiyên Navdewletî yê Encûmena Federasyonê ya Parlamentoya Rûsyayê ragihand, 700 hezar zarokên Ukraynî li Rûsyayê ne ku ji navçeyên cihê nakokiyê hatine.

Ukrayna hêzên Rûsyayê bi revandina zarokên Ukraynî li navçeyçn Luhansk û Donetskê tometbar dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 353 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:06:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x