Parlementoya Swêdê: Tişta herî baş, veqetandina Iraq û Kurdistan'ê ye

Hejmareke parlamenterên Partiya Lîberal a Swêdê bi daxuyaniyeke hevbeş bang li hikûmeta welatê xwe kirin da ku biryara referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê bi erênî piştgirî bidin.

11.08.2017, Cum - 09:00

Parlementoya Swêdê: Tişta herî baş, veqetandina Iraq û Kurdistan'ê ye
Nuçe Belav bike

Parlamenterên Partiya Lîberal a Swêdê di bin navê “Ya baş ew e em bihêlin Iraq û Kurdistan rêya xwe cuda bikin” gotareke hevbeş amade kirin û ragihandin: “Roja 25ê Îlonê hikûmeta Herêma Kurdistanê giştpirsiyekê encamp dide. Di giştpirsiyê de ev pirs tê kirin, gelo hemwelatiyên herêmê hê jî dixwazin ser bi hikûmeta navendî ya Bexdayê bin an jî ser bi Kurdistaneke serbixwe bin. Ji bo me ya bingehîn mafê çarenivîsê ye. Divê em hemû bikarin desrbarê paşeroja xwe de biryara xwe bidin. Em piştgirî didin mafê kurdan a diyarkirina çarenivîsa xwe.”

Di gotara hevbeş de tê destnîşankirin, ku piştî hilweşandina desthilata Saddam Husên ji 2003ê heta niha ji bo avakirina aştî, aramî û hemahengiya gelên Iraqê gelek hewl hatine dayîn lê bi belge eşkere bûye, ku ev hewldan tev de vala derketine.

Parlamenterên Partiya Lîberal di berdewama gotara xwe de wiha dibêjin: “Li gorî destûra Iraqê divêya di sala 2007ê de ji bo diyarkirina çarenivîsa herêmên kurdî yên li Kerkûk, Diyala, Selahadîn û Nînowayê giştpirsiyek bihata kirin. Herwiha di destûrê de hatiye bicîhkirin, ku divê ji sedî 17ê dahata welat bidin hikûmeta Herêma Kurdistanê, divê hikûmeta Iraqê Hêzên Pêşmerge bi fermî qebûl bike û weke beşê bakûr a Artêşa Iraqê binase û hikûmeta navendî xercên wan pêşwazî bike.

Ev 10 sal in Bexdayê ev giştpirsî paşve xistiye. Di van çend salên dawiyê de jî meaşên karmendên hikûmet û di nav de jî yên Hêzên Pêşmerge nehatine dayîn. Di heman demê de dahata petrolê li gel Herêma Kurdistanê nehatiye parvekirin. Hikûmeta navendî çend caran eşkere kiriye, ku nikare çavdêrî û parastina hemû welat bike. Iraqa nû li hember Kurdistanê heman siyaseta Pan-erebîzmê berdewam dike, ku vê înkarkirinê herdem şkest xwariye.”

Di daxuyaniya hevbeş de tê gotin: “Em weke Lîberalan wisa dibînin, ku Iraq bûye dewleteke şkestxwarî û bi nêrîna me ya herî baş ew e, ku Iraq û Kurdistan bi rêyên cuda re herin. Eger gelên Iraqê di çarçoveya sînorên nîştîmanî de nikarin bi hevre bijîn, dikarin weke cîranên baş bi hevre bijîn.”

Parlamenterên liberal didin xuyakirin, ku ew li hêviya Kurdistanekê ne, ku tê de komên ciyawaz ên etnîkî û olî bi mafên xwe yên binbgehîn bikarin bi hevre bijîn û ji aliyê pêşmergeyên ji hemû pêkhateyan ve werin parastin.

Lîberalên Swêdê di dawiya gotara xwe de dibêjin, ku ew dewleta serbixwe ya Kurdistanê nas dikin û daxwaz ji welatê xwe dikin, ku ew jî bi erênî pêşwaziya vê biryarê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1428 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:22:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x