Plasschaert: Cudahî û dubendiyên di navbera partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de berdewam in

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert got, “Cudahî û dubendiyên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de berdewam in.”

03.02.2023, Cum - 05:47

Plasschaert: Cudahî û dubendiyên di navbera partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de berdewam in
Nuçe Belav bike

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert îro Pêncşemê 2ê Sibata 2023an di Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî de axivî.

Jeanine Hennis-Plasschaert di axavtina xwe de bal kişand ser bombebaranên li dijî sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê û got, “Serweriya Iraqê hîn jî tê binpêkirin, bombebaran û topbaran zêdetir dibe sedema tevlihevî, alozî û mirina sivîlan. Hin prosedurên ku divê welat bişopînin hene dema ku cîranek di xetereyê de be.”

Plasschaert amaje bi nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî kir û anî ziman, “Mixabin, cudahî û dubendiya di navbera partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de berdewam in. Divê di mijarên curbecur ên darayî, îdarî, ewlehî û hilbijartinê de hinek tawîz bên dayîn û di vê mijarê de dem ji dest neyê dayîn.”

Plasschaert da xuyakirin ku civîna di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de hinekî hêvîdar bû lê rewş “hîn aloz e”.

Plasschaert li ser pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê jî diyar kir ku ji bo lihevkirinên ku di navbera aliyan de hatine kirin, bi taybetî bûdceya sala 2023an encamên berbiçav derkevin, divê danûstandina nêrînan di navbera aliyan de berdewam bike.

Plasschaert li ser pirsgirêkên Iraqê destnîşan kir ku xwedî dîrokekê ye, ti hikûmetek bi tena serê xwe nikare van pirsgirêkan çareser bike û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan pêwîstî bi demê heye.

Plasschaert di axavtina xwe de her wiha bal kişand ser wê yekê ku ew piştgiriyê didin hikûmeta nû ya li Iraqê hatiye avakirin û got, “Divê hikûmet guh bide daxwazên gel.”

Plasschaert a ku got, “Pêdiviya Iraqê bi reformeke aborî û darayî ya rastîn heye” wiha berdewam kir, “Di van sê mehên ku hikûmeta nû li Iraqê dest bi kar kiriye, me îradeyeke rast dît ji bo şerê li dijî gendelî, çaksazî, xizmetguzarî û bêkariyê.”

Plasschaert amaje bi wê yekê kir ku divê budceya sala 2023an demildest bê erêkirin û got, “Divê yasaya budceya giştî di demeke kurt de were derxistin, eger nebe wê rewş xirabtir bibe.”

Plasschaert bang li Hikûmeta Iraqê kir ku aboriyê cihêreng bike û got ku divê Iraq “tenê xwe nespêre dahatên petrolê.”

Plasschaert diyar kir ku divê Iraq ji bo dewamkirina hevdîtinên Kerkûkê bixebite û divê Rêkeftina Şingalê were cibicîkirin.

Plasschaert da zanîn ku serweriya Iraqê hatiye binpêkirin û got, “Serweriya Iraqê hîn jî tê binpêkirin, bombebaran û topbaran zêdetir dibe sedema tevlihevî, alozî û mirina sivîlan. Hin prosedurên ku divê welat bişopînin hene dema ku cîranek di xetereyê de be.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:12:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x