Îran dê li diyasporayê were protestokirin: Konfederasyona Revenda Kurdistanî banga beşdariyê kir

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bangî Kurdên li welatên ku balyozxaneyên Îranê lê hene kir ku beşdarî xwepêşandanên 20ê mehê bibin.

17.01.2024, Çar - 06:09

Îran dê li diyasporayê were protestokirin: Konfederasyona Revenda Kurdistanî banga beşdariyê kir
Nuçe Belav bike

Li cîhanê bertekên li ser êrişa mûşekên balîstîkî ya Îranê ya li Hewlêrê didomin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî jî li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir û got:

“Konfederasyona Revenda Kurdistanî bangî Kurdistaniyên li diyasporayê dike ku li welatên Ewropayê li ber Balyozxaneya rejîma Îslamî ya Îranê, roja Şemiyê 20ê Kanûna Paşîna 2024an xwepêşandanekê li dijî tawanên rejîmê li dar dixe.”

“Erkên xwe yên neteweyî bînin cih”

Konfederasyona Revenda Kurdistanî di daxuyaniya xwe de herwiha anî ziman:

“Roja şemiyê li dijî tawanên rejîma Îranê û li dijî tawanên dagirkeran ku Rojavayê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê didin ber bombebaranan, tawaneke herî dawî şeva borî bi çend mûşek û bi dronan êrişî Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê kir.

Lewra Konfederasyona Revenda Kurdistanî biryar da ku li hemû welatên Ewropayê û Amerîkayê ku Kurd lê hene li ber balyozxaneyên Komara Îslamî xwepêşandanên girseyî li dar bixin.

Eger polîs destûrê ji bo ber deriyên balyozxaneyan nede, li wî welatî li cihekî din ê ku guncav be xwepêşandan bikin.

Hemû navend, federasyon, komele û rêxistinên Kurdistanî yên diyasporayê yên ku girêdayî Konfederasyona Revenda Kurdistanî ne, xwe ji bo xwepêşandanê amade dikin.

Em bangî hemû Kurdên ku li welat û bajarê ku xwepêşandan pêk tê dikin ku erkên xwe yên neteweyî bînin cih.”

Li Hewlêrê çi bû?

Supaya Pasdaran a Îranê roja duşemê derdora saet 23:30î bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir û 5 ji wan mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîna canê xwe ji dest da.

Jînaya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Doh demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 568 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:11:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x