Şandeke Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser serdana Îtalyayê kir

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandiye, serdana şanda Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser li ser vexwendineke fermî ya Wezareta Derve ya Îtalyayê bûye.

09.11.2022, Çar - 09:16

Şandeke Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser serdana Îtalyayê kir
Nuçe Belav bike

Şandeke Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê serdana Îtalyayê kir û li eyaleta Toskanî (Tuscany) hevdîtin pêk anîn.

Şanda Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser bi serokatiya Dr. Ciwan Mistefa li Îtalyay serdana Berpirsa Tendirustiya Cîhanê (WHO) ya li herêma Tuscany a Îtalyayê kir

Serokê şanda Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa derbarê serdanê de ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser re ragihandiye, ev serdana wan a yekemîn e ji bo welatekî Ewropî û ew dê di hevdîtinên xwe de behsa rewşa tendirustî ya navçeyên rêveberiyê bikin û daxwaza alîkariyê bikin.

Dr. Ciwan Mistefa gotiye, “Hevdîtin bi berpirsa tendirustiya cîhanê li herêma Tuscany a Îtalyayê re pêk hat. Di hevdîtinê de nîqaşên li ser pêşxistina rewşa tenduristî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser çawaniya pêkanîna tiştên heta niha ji reşnivîsa sîstema tenduristiyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye amadekirin, hat nîqaşkirin.”

Serokê şanda Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir, di plana wan de ye ku ew serdana gelek welatên ewropî bikin û çend hevdîtinên cuda ligel berpirsên tendirustiya welatên ewropî pêk bînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 190 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x